Tebax 08, 2020 02:18 Asia/Tehran
  • Balafireke Hindistanê ku tê de 191 rêwî hebûn, kete xwarê

Li gorî berdevkê şîrketê, balafireke girêdayî şîrketa Air Indiya ku tê de 191 rêwî hebûn li bajarê Calicut ê başûrê Hindistanê kete xwar.

Berpirsê polîsên Hindistanê got hin agahî hene ku 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 jî birîndar bûn.

Berdevkê şîrketa balafiran a Hindistanê piştrast kir ku gelek rêwî piştî daketina balafirê li balafirgeha bajarê Kozhikode ya Hindistanê birîndar bûne, her wiha da zanîn ku balafir ji Dubey dihat.

Kanalên televîzyonê bi bîr xistin ku balafir bûye du parçe.

 

 

Serepeyv