Tebax 07, 2020 23:53 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê di 24 saetan de 1176 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan

Li Amerîkayê di 24 saetên borî de 1176 kesên din bi vîrusa korona ya nû Covid – 19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara giştî ya pêketiyên jiyana xwe ji dest dayî geheşt 162 hezar û 836 kesan.

Amerîka, li hemû cîhanê bûye navenda vîrusa korona û cîhê herî zêde ji ber pêketina vîrusa korona mirin lê heyî û cîhê herî zêde pêketin jî lê heyî her ew welate.

Li gor amarên dawiyê yên li gor malpera Worldometer, di 24 saetên borî de hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê 58 hezar û 444 kes zêde bûye û bi giştî li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona geheştiye 5 milyon û 33 hezar û 723 kesan.

Herwaha di 24 saetên borî de 1176 kesên din jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheştiye 162 hezar û 836 kesan.

Herwaha hat ragehandin heta naha li Amerîkayê 2 milyon û 577 hezar kes jî baş bûne û ji wê vîrusê rizgar bûne.

Serepeyv