Tebax 07, 2020 10:07 Asia/Tehran
  • Operasiyona dîlgirtinê ya li Fransayê bi dawî bû

Li bajarê Le Havre yê Fransayê, kesekî ku li bankayekê 6 kes dîl girtin , bi şev ji aliyê polîsan ve hate girtin. Hate îdîakirin ku pirsgirêkên wî yên 'derûnî' hebû.

Li bajarê Le Havre yê li bakurrojavayê Fransayê, kesekî 34 salî saet di 16:45'an de li şaxê bankayekê 6 kes dîl girtin. Hate ragihandin ku kesê navborî saet di 22'an de teslîm bûye. Dîlgirtiyan diyar kirin ku birîndar nebûne û kesê ew dîlgirtine jî "bi tenê" û "bi çek" bû.

Li gorî agahiyan, kesê navborî beriya niha ji ber pirsgirêkên derûnî hatibû dermankirin, berê jî sûcên wî yên "revandin", "desteserkirin" û "hilgirtina çekê" hebû.

Pêwendiya bûyerê bi rêxistinên sûc re tê lêkolînkirin. Hatibû îdîa kirin, kesê ku piraniya wan xebatkarên bankayê 6 kes dîl girtin, çalakî ji bo 'Zarokên Filistînî' kiriye û 'selefî' ye.

Serepeyv