Tebax 06, 2020 18:42 Asia/Tehran
  •  6ê Tebaxê; Li cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19’ê 19 milyonî derbas kir

Li seransere cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê 19 milyonî derbas kir.

 Malpera “worldometers” ku daneyên giştî yên vîrûsa koronayê dide, ragihand ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê derketiye 19 milyon û 415 kesî û hejmara kesên ku pê jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 711 hezar û 627 kesî. 10 WELATÊN LI PÊŞ Her deh welatên ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li wan zêde ye bi dorê wiha ne:

Amerîka 4 milyon û 973 hezar û 741 ke, Brezîlya 2 milyon û 862 hezar û 761 kes, Hindistan milyonek û 967 hezar û 700 kes, Rûsya 871 hezar û 894 kes, Afrikaya Başûr 529 hezar û 877 kes, Meksîka 456 hezar û 100 kes, Perû 447 hezar û 624 kes, Şîlî 364 hezar û 723, Spanya 352 hezar û 847 kes û Kolombiya 345 hezar û 714 kes.

 

Serepeyv