Tebax 06, 2020 18:39 Asia/Tehran
  • Facebookê vîdyoya parvekirî ya Trump rakir

Platforma tora civakî Facebookê vîdyoyek ku Serokdewletê DYA'yê Donald Trump di hesabê xwe de parve kiribû bi gotina "agahiyên şaş vedibêje" betal kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Berê Trump û Twitter bi hev ketibûn, vê carê jî Facebookê berê xwe da Trumpî. Facebookê vîdeoya Trumpî ji ser hesabê wî rakir û ev daxuyanî da: "Di vîdeoyê de agahiyên şaş hebûn ku dibêje jêbexşiya (bagişiklik, Sexavet) hin mirovan li hemberî Kovîd-19 xurt dibe. Ev agahî dijî polîtîkaya me ya ku pêşî li agahiyên dezenformasyonê yên li ser Kovîd-19 digire ye."

Trump beşdarî Foks TV bûbû û di wir de îdîa kiribû ku zarok bi temamî li hemberî vîrusa koronayê xwedî jêbexşî ne. Trumpî paşê ev vîdyoya xwe li Facebookê bar kiribû lê Facebookê ew vîdyo ji rûpela wî rakir. Bi vê bû yekem car ku Facebook parvekirineke Trumpî betal dike.

Serokdewletê DYA'yê Trumpî xwestibû dibistan bên vekirin û gotibû, "Fikra min ew e ku dibistan vebin. Ji ber ku dema em li zarokan dinêrin hema hema, ez dikarim bibêjim ew bi vê nexweşiyê nakevin."

 

 

 

Serepeyv