Tebax 05, 2020 23:36 Asia/Tehran
  • Hejmara mirinên ji Koronayê 700 hezar derbas kir

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê 700,741 kes kuştine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara mirinên ji wê vîrusê pirtir ji 156,000 e.

Li dû Amerîka, bi 95,819 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 48,869 mirinan Meksîko tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê heta niha 18,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Amerîka bi 4,7 mîlyon pêketîyên vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê jî bi 2,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanberê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê hejmara pêketîyên vîrusa korona pirtir ji 88,000 e û 4,676 bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Serepeyv