Tebax 04, 2020 12:15 Asia/Tehran
  • Nûnerê Komara Çêkê li Parlimana Ewropayê:

Nûnerê Komara Çêkê li Parlimana Ewropayê got ku Çekdarên Amerîka û Tirkiyê li axa Sûriyê "Dagirker" in.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Sana Newsê, Nûnerê Komara Çêkê li Parlimana Ewropayê got ku Çekdarên Amerîka û Tirkiyê li axa Sûriyê "Dagirker" in.

Îvan Dêyvîd, Nûnerê Komara Çêkê li Parlimana Ewropayê ji derewên ku berpirsên amerîkî û tirk berdewam derbarê rewşa Sûriyê hilêdixin, rexn ekir û got: Hebûna hêzên Tirkiye û Amerîkayê li axa Sûriyê neqanûnî ye û ewna wek "Dagirker" tên hisab.

Îvan Dêyvîd di nivîsarekê da ku li malpera "Qezeytukum" (Meseleya we) weşand, ragihand: Keêsn ku artêşa Sûriyê li Idlibê şerê wan dike, têrorîst in û piraniya wan kirêgirtiyên biyanî ne ku servîsên istixbaratî yên Tirkiyê ewna ji welatên cûrbecûr ên cîhanê birine wir û roja îro jî pişta wan digirin.

Wî her wiha got: Tirkiye tenê bi kiryarên xwe yên ne qanûnî li Sûriyê razî nabe, belkî kêşe li Qefqazê jî zêde kiriye û beşdarî operasiyona leşkerî ya Komara Azerbaycanê dijîê Ermenistanê bûye û çeteyên DAIŞê ku pêştir li Sûriyê şer dikirin, vediguhezîne wir.

Serepeyv