Tebax 04, 2020 08:52 Asia/Tehran
  •  Celalabada Efganistanê - DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin

Li Efganistanê, DAIŞ’ê li dijî girtîgehekê êrîşeke bombeyi pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li bajarê Celalabadê yê parêzgeha Nengerharê ya Efganistanê, DAIŞ’ê li dijî girtîgehekê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Walîtiya Nengerharê Attaûllah Hogyanî, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku DAIŞ’iyan li ber derê girtîgehê wesayîta bombebarkirî teqandine û piştre kesên çekdar êrîş birine ser girtîgehê. 

GUMANA ZÊDEBÛNA MIRIYAN HEYE 

Hogyanî, destnîşan kir ku piştî êrîşê di navbera hêzên efgan û êrîşkaran de şer û pevçûneke dijwar derketiye. Hogyanî, derbarê hejmara miriyan de jî got ku bi gumane ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe. 

GIRTÎ REVIYAN 

Endamê Meclisa Bajêr a Celalabadê Sohrab Qadirî jî destnîşan kir ku dibe bilançoya bûyerê girantir be û got ku piştî êrîşê nêzî 50 girtî ji girtîgehê reviyane. 

 

 

Serepeyv