Tebax 03, 2020 12:11 Asia/Tehran
  • Şerq El-Ewsat: Metirsiyên ji ber çêbûna ‘Idliba Afrîqayê’ li Lîbyayê

Rojnameya Şerq El-Ewsat ya ku navenda wê li Londonê ye bal kişandiye ser şandina çete û çekdarên ji komên radîkal ên li Sûriyê de ber bi Lîbyayê ji aliyê Tirkiyê ve û nivîsiye ku her diçe nîgeranî û dilbidarbûna derheq rewşa Lêîbyayê zêde dibe.

Der barê Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Dewleta Tirkiyê di veguhastina çete û çekdarên ji komên radîkal ên alîgirên wê li Sûriyê de ber bi Lîbyayê ve didomîne. Bi wê re jî lîbyayî û pisporên kom û navendên lêkolînan ji afirandina “Idliba Afrîqayê” di nav xaka Lîbyayê de metisîdar in."

 Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî daxuyand ku 27 hezar çeteyên ji nav wan 10 hezar radîkal in, bi rêya dewleta Tirkiyê şandin Lîbyayê da ku li rex hikumeta Wîfaqê li dijî Xelîfe Hefter şer bikin. Her wiha serokê saziya Selfiyom a lêkolînan a Lîbyayê Cemal Şelûf ji Şerq El-Ewsat re got dewleta Tirkiyê, Lîbya vegerandiye cihê terorîstan, her wiha hişyarî li ser derketina blokên mezin ji van rêxistinan da.”

Serepeyv