Baydên: Trump tu stratijiyek jibo kontrola Koronayê tune
Tebax 01, 2020 08:00 Asia/Tehran
Co Baydên hevrikê sereke yê Trump di Hilbijartina 2020î da tevî rexneya ji serneketinên Waşîngtonê li hemberî nexweşiya Koronayê, got: Dewleta Trump tu stratijiyek jibo Kontrolkirina Koronayê tune.
Li gorî rapora IRNAyê, Co Baydên Îniyê bi şev di twitterê da nivîsî: Zêde ji 6 mehan beriya niha yekem babeta piştrastkirî ya tûşbûna bi Vîrûsa Koornayê li Amerîkayê hat ragihandin û Donald Trump hîn bernameyeke bibandor jibo kontrolkirina wê pêk neaniye.