Tîrmeh 31, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • 30ê Tîrmehê; Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1595, li Meksîkayê 485, li Hindistanê jî 775 kes mirin

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 1595, li Meksîkayê 485 û li Hindistanê jî 775 kes mirin.


Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 1595, li Meksîkayê 485 û li Hindistanê jî 775 kes mirin.

Li Brezîlyaya ku tesîra şewbê zêde ser dike di 24 saetan da 1595 kes mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, bi mirina 1595 kesî va hejmara miriyan derket 90 hezar û 134an, hejmara pêketiyan 69 hezar û 74 zêde bû û gihîşt 2 milyon û 552 hezar û 265an.

Ji destpêka şewbê vir va cara ewil e hejmara miriyan û pêketiyan evqas zêde bû.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 514 hezar û 197 kes bi vîrusê ketin û 22 hezar û 389 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû milyonek û 787 hezar û 419.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 485 kesan va hejmara miriyan derket 45 hezar û 361 kesî.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 5 hezar û 752 kes zêde bû derket 408 hezar û 449an.

Li welêt hetanî niha 267 hezar û 147 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 775 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 34 hezar û 968an.

Li welêt di 24 saetan da 52 hezar û 123 hezar haletên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek 583 hezar û 792yan.

Li Hindistanê milyonek û 20 hezar û 582 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde haletên Kovîd-19ê hene.

 

Serepeyv