Tîrmeh 29, 2020 18:36 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Rêjîma Siyonîst hişyar kir

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê derbarê firotina çekan bo Komara Azerbaycanê, Rêjîma Siyonîst hişyar kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya radyoya Ermenî ya IRIB Newsê, Zohrab Minatsakanyan (Zohrab Mnatsakanyan), Wezîrê karên derve yê Ermenistanê di hevpeyivîna bi rojnameya israîlî ya Jerûsalêm Postê da got: Çekên ku Israîlê firotine Komara Azerbaycanê jibo êrîşa ser binavahiyên ne-leşkerî yên Ermenistanê tên bikaranîn û Til Avîv divê firotina çekan bo bakûrê bilez bide sekinandin.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê got: "Ticareta çekan digel Komara Azerbaycanê bûye sebeba kuştin û wêraniyê, ji ber ku Bakû di bikaranîna van çekan li dijî welatiyên sivîl û binavahiyên ne-leşkerî tu şik û gumanekê nade xwe."

Zohrab Minatsakanyan derbarê xistina xwarê ya hejmareke firokeyên bêfirokevan ên israîlî yên Komara Azerbaycanê jî got: Artêşa Ermenistanê bersiveke tund dide êrîşên Bakûyê.

 

Serepeyv