Tîrmeh 29, 2020 11:30 Asia/Tehran
  • Heta 28ê Tîrmehê; Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên KOVÎD-19'ê ji 16 milyon û 653 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku pê ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belav bû derket 16 milyon û 653 hezar û 606.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên der barê welat û herêmên ku lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê 656 hezar û 699 kes ji ber vîrusê mirin, 10 milyon û 243 hezar û 983 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûn.

Li tevahiya dinyayê 5 milyon û 752 hezar û 924 haletên aktîf ên tên dermankirin hene.

Li Amerîkaya ku lê herî zêde waqie û mirin hene bi 4 milyon û 433 hezar û 410 kesî ra vîrus hat tespîtkirin, ji ber şewbê 150 hezar û 444 kes mirin.

- Welatên jimara waqieyan ji 100 hezarî derbas bûye

Digel Amerîkayê welatên ku jimara haletên wan ji 100 hezarî derbas bûye wiha hat rêzkirin:

"Brezîlya (2 milyon û 446 hezar û 397), Hindistan (Milyonek û 484 hezar û 136), Rûsya (818 hezar û 120), Afrîkaya Başûr (452 hezar û 529), Meksika (395 hezar û 489), Perû (389 hezar û 717), Şilî (347 hezar û 923), Îspanya (325 hezar û 862), Îngiltere (300 hezar û 111), Îran (293 hezar û 606), Pakistan (275 hezar û 225), Erebistana Siûdî (268 hzar û 294), Kolombiya (257 hezar û 101), Îtalya (246 hezar û 286), Tirkiye (227 hezar û 19), Bangladeş (226 hezar û 225), Almanya (207 hezar û 379), Fransa (183 hezar û 79), Arjantin (167 hezar û 416), Kanada (114 hezar û 597), Iraq (112 hezar û 585), Qetar (109 hezar û 597) û Endonezya (100 hezar û 303)."

 

Ji xeynî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 5 hezarî derbas bûne wiha hat rêzkirin:

"Brezîlya 87 hezar û 737, Îngiltere 45 hezar û 759, Meksîka 44 hezar û 22, Îtalya 35 hezar û 112, Hindistan 33 hezar û 461, Fransa 30 hezar û 209, Îspanya 28 hezar û 434, Perû 18 hezar û 418, Îran 15 hezar û 912, Rûsya 13 hezar û 354, Belçika 9 hezar û 822, Almanya 9 hezar û 205, Şilî 9 hezar û 187, Kanada 8 hezar û 901, Kolombiya 8 hezar û 777, Afrîkaya Başûr 7 hezar 67, Hollanda 6 hezar û 141, Pakistan 5 hezar û 865, Swêd 5 hezar û 700, Tirkiye 5 hezar û 630 û Ekvador 5 hezar û 532."

 

 

 

Serepeyv