28ê Tîrmehê; Ji ber KOVÎD-19'ê di rojekê da li Brezîlyayê 921, li Meksîkayê 854 û li Hindistanê 768 kes mirin
Ji ber vîrusa koronayê ya nû di rojekê da li Brezîlyayê 921, li Meksîkayê 854 û li Hindistanê 768 kes mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, pêketiyên KOVÎD-19'ê 40 hezar û 816 zêde bû û gihîşt 2 milyon û 483 hezar û 191ê.
Ji ber KOVÎD-19'ê di 24 saetên dawîn da 921 kes jî mirin û hejmara miriyan jî gihîşt 88 hezar û 539an.
- Hindistan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, di rojekê da li welêt 768 kes ji ber KOVÎD-19'ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 34 hezar û 193yan.
Li welêt di 24 saetan da 48 hezar û 513 haletên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek û 531 hezar û 669an.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê di nava 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 854 kes mirin û hejmara miriyan bû 44 hezar û 876an.
Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 7 hezar û 208 zêde bû û gihîşt 402 hezar û 697an.