Tîrmeh 28, 2020 08:30 Asia/Tehran
  •  Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19'ê li Brezîlyayê 555, li Meksîkayê 306, li Hindistanê 708 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da ji ber Vîrûsa Koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 555, li Meksîkayê 306, li Hindistanê 708 kes mirin.

Di 24 saetên dawîn da ji ber Vîrûsa Koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 555, li Meksîkayê 306, li Hindistanê 708 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 555 kesî va hejmara miriyan derket 87 hezar û 4an, hejmara pêketiyan jî 24 hezar û 578 kes zêde bû derket 2 milyon û 419 hezar û 91î.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 483 hezar û 982 kes bi vîrusê ketin û 21 hezar û 606 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû milyonek û 274 hezar û 274.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

Hatibû ragihandin ku Jaîr Bolsonaroyê Serokê Dewletê yê nexweşî piçûk didît jî bi vîrusê ket.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 306 kesan va hejmara miriyan derket 43 hezar û 680 kesî.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 5 hezar û 480 kes zêde bû derket 390 hezar û 516an.

Li welêt hetanî niha 251 hezar û 506 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 720 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 32 hezar û 771î.

Li welêt di 24 saetan da 49 hezar û 931 hezar waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek 435 hezar û 435an.

Li Hindistanê 917 hezar û 568 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

  1. Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li cîhanê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.h

 

Serepeyv