Tîrmeh 26, 2020 23:29 Asia/Tehran
  • Keştiyeke firokehilgir a Amerîkayê gihîşt Deryaya Sipî

Papora firokehilgir a Amerîkî Eisenhower û 12 paporên din ên cengî gihîştine avên Deryaya Sipî.

Li gor çavkaniyanû, ew papora firokehilgir a Amerîkayê ku etomî ye jî, li gel 12 paporên din bi rêya Kanala Suveyzê gihîşte nav Deryaya Sipî û paşê berê xwe da başûrê girava Girît a Yûnanê.

Li gor çavkaniyan, ew papor dê li gel hêzên deryayî yên Yûnanê li nav sînorên avî yên wî welatî manoreke serbazî encam bide. Di wê manorê de firokeyên F-16, F-18 yên Amerîkî jî beşdar in.

Li gor şîrovekarên serbazî, Amerîka dixwaze nîşan bide ku ji bo yekalîkirina her nakokiyekê li navçeyê amade ye, bi taybet jî ku keştiya lêgerînê ya ‘Oruç Reîs’ a Tirkiyê li nêzîk peravên girava Girîtê li hîdrokarbonê digere û vê yekê jî egera pevçûna serbazî ya di navbera Tirkiye û Yûnanê de zêde kiriye.

Roja Sêşema derbasbûyî, 21.07.2020, Desteya Hîdroglofî ya Tirkiyê li bajarê Antalyayê ragihand, lêgerînên wan ji bo gaz û petrolê li navçeyê dest pê kirine ku peravên nêzîkî girava Rodos û Kastîlorîzo yên Yûnanê li gel başûrê rojavayê girava Girîtê li xwe digire.

Wê biryara Tirkiyê girjî û aloziyên di navbera herdu aliyan de zêdetir û tundtir kirine, ji ber ku herdu welat lêgerîna li çavkaniyên sirûştî li sînorên avî wek mafê xwe dibînin.

Di demekê de ku Tirkiye dibêje, Yûnanê mafê pişkinîn û navçeya aborî nîne, Yûnan li gor biryara Netewên Yekbûyî wê yekê wek mafê xwe dizane û dûpat dike ku ew dê berevaniyê di ber wî mafî de bike heta eger neçar bibe pena bo hêza serbazî bibe.

Li gor daxuyaniyên aliyên Yûnanê, Tirkiyê bi dirêjahiya navçeya Kastîlorîzo û peravên Tirkiyê, nizikî 25 keştiyên xwe yên cengî belav kirine.

Li hember jî keştiyên Yûnanê bi temamî li Deryaya Egê belav bûne û çavdêriya liv û tevgera keştiyên Tirkiyê dikin.  

Serepeyv