Tîrmeh 26, 2020 14:47 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 5 hezar û 765 kesên din bi vîrusa korona ketin

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa korona her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 26 Tîrmeha 2020 li Rûsyayê 5 hezar û 765 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara pêketiyên wê şewbê li wî welatî geheştiye 812 hezar û 485 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 77 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li wî welatî geheştiye 13 hezar û 269 kesan.

Heta naha li Rûsyayê 600 hezar û 250 kesên pêketiyên koronayê baş bûne.

Serepeyv