Tîrmeh 26, 2020 11:56 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 4 milyon û 315 hezar kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 149 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 26.07.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheştiye 4 milyon û 315 hezar û 709 kesan.

Herwaha li Amerîkayê 149 hezar û 398 kes ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 2 milyon û 61 hezar û 692 kes jî baş bûne.

Serepeyv