Tîrmeh 26, 2020 02:21 Asia/Tehran
  • Hêzên Misir- Fransayê perwerdeya leşkerî li deryaya Sipî kirin

Berdevkê Leşkerî yê Hêzên Misirê ragihand ku hêzên deryayî yên Misir û Fransayê di deryaya Sipî de meşq û perwerde kirin. 

 Berdevkê Leşkerî yê Hêzên Misirê di daxuyaniyekê de got: "Di çarçoveya plana fermandariya giştî ya hêzên çekdar de ya ji bo pêşxistina asta perwerdeyê û veguhestina pisportiyan bi hêzên çekdar ên dewletên bira û dost re, hêzên deryayî yên Misir û Fransayê meşq û  perwerdeya leşkerî li deryaya Sipî kirin."

Berdevkê leşkerî yê Hêzên Misirê destnîşan kir ku "Perwerde ji gelek çalakiyên xwedî taybetmendiyên profesyonel pêk hat; rêbazên organîzekirina hevkariyê di pêkanîna mîsyonên şerê deryayê de yên li dijî teşkîleyên deryayî yên dijber, bikaranîna rastîn a çekan di şer de, tevlî armancên erdê û hewayî."

Vî berdevkê leşkerî diyar kir ku perwerde di çarçoveya xurtkirina tevkariya di navbera hêzên çekdar ên Misirê û Fransayê de pêk hat. Da ku sîstem û rêbazên şer ên hevdu nas bikin û destekê xebatên ewlehiya deryayî û aramî û aştiya deryaya Sipî bikin.

Serepeyv