Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 15 milyon û 947 hezarî derbas bû
Vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derketibû û li çar aliyê dinyayê belav bûbû heta niha bi 15 milyon û 947 hezar û 644 kesan geriya.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 642 hezar û 829 kes ji ber vîrusê mirin, 9 milyon û 743 hezar û 602 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.
Li çar aliyê dinyayê tedawiya 5 milyon û 561 hezar û 213 kesên Kovîd-19 bi wan geriyaye, dewam dike.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 4 milyon û 248 hezar û 492 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 148 hezar û 492 kes jî mirin.
- Welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e
Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
"Brezîlya (2 milyon û 348 hezar û 200), Hindistan (milyonek û 339 hezar û 67), Rûsya (800 hezar û 849), Afrîkaya Başûr (421 hezar û 996), Meksîka (378 hezar û 285), Peru (375 hezar û 961), Şîlî (341 hezar û 304), Îspanya (319 hezar û 501), Îngiltere (297 hezar û 914), Îran (286 hezar û 523), Pakistan (271 hezar û 887), Erebistana Siûdî (262 hezar û 772), Îtalya (245 hezar û 590), Kolombiya (233 hezar û 541), Tirkiye (224 hezar û 252), Bangladeş (218 hezar û 658), Almanya (205 hezar û 968), Fransa (180 hezar û 528), Arjantîn (153 hezar û 520), Kanada (113 hezar û 206), Qeter (108 hezar û 638) û Iraq (104 hezar û 711)."
Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 5 hezarî derbas bû:
"Brezîlya 85 hezar û 385, Îngiltere 45 hezar û 677, Meksîka 42 hezar û 645, Îtalya 35 hezar û 97, Hindistan 31 hezar û 425, Fransa 30 hezar û 192, Îspanya 28 hezar û 432, Perû 17 hezar û 843, Îran 15 hezar û 289, Rûsya 13 hezar û 46, Belçîka 9 hezar û 817, Almanya 9 hezar û 201, Şîlî 8 hezar û 914, Kanada 8 hezar û 881, Kolombiya 7 hezar û 975, Afrîkaya Başûr 6 hezar û 343, Hollanda 6 hezar û 139, Pakistan 5 hezar û 787, Swêd 5 hezar û 697, Tirkiye 5 hezar û 580, Ekvador 5 hezar û 468."