Tîrmeh 23, 2020 09:22 Asia/Tehran
  • Di navbera Waşîngton û Pîkenê de

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got amadekariyên şerekî bi Çînê re tê kirin. Her wiha Waşîngtonê bang li Pîkenê kir ku Kunsûlxana xwe li Houston bigre. 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku welatê wî amadekariyê hêzên xwe bi riya Asiya dike da ku bi Çînê re bikeve şer. Ev yek xeteriya di navbera Washingoton û Pîkenê diyar dike.

Rojnama Wall Street Journal a Amerîkî li ser zimanê Esper wiha nivîsiye: "Amerîka hêzên xwe li hemû Asiyayê amade dike û wan jinûve ji bo şerê bi Çînê re amade dike."

Mark Esper diyar kir ku welatê wî keştiyên şer şandin herêmê da ku li hember siyaseta Çînê ya berfirehiyê û firotina çekan ji Taiwan re ku banga serweriya wê li Pîkenê dike, bisekine.

Serepeyv