Tîrmeh 22, 2020 11:14 Asia/Tehran
  •  Ji ber Kovîd-19'ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1367, li Meksîkayê 915, li Hindistanê jî 648 kes mirin

Ji ber Kovîd-19'ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1367, li Meksîkayê 915, li Hindistanê jî 648 kes mirin.

 Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1367, li Meksîkayê 915, li Hindistanê jî 648 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1367 kesan va hejmara miriyan derkete 81 hezar û 487an, hejmara pêketiyan jî 41 hezar û 8 kes zêde bû derkete 2 milyon û 159 hezar û 654an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya ku serjimara wê 46 milyon e, 422 hezar û 669 kes bi vîrusê ketin û 20 hezar û 171 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt milyonek û 465 hezar û 979 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin.

Testa Kovîd-19'ê ya Serokê Dewletê Jair Bolsonaro yê ku şewbê piştguh dikir jî pozîtîf derketibû.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetan da 915 kes mirin, bi mirina van kesan hejmara miriyan derket 40 hezar û 400î.

Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 6 hezar û 859 zêde bû û gihîşt 356 hezar û 255an.

Heta niha 227 hezar û 165 kes ji virûsê filitîn û baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19'ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 648 kes ji ber Kovîd-19'ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 28 hezar û 732yan.

Li welêt di 24 saetan da 37 hezar û 724 hezar babetên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek 192 hezar û 915an.

Li Hindistanê 753 hezar û 50 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde babetên Kovîd-19'ê hene.

 

 

Serepeyv