Tîrmeh 18, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • Balyozê Ermenistanê li Moskovayê:

Vardan Tûganiyan, Balyozê Ermenistanê li Moskovayê got ku Bakûyê beriya pevçûna digel Îrevanê "Raya giştî li Komara Azerbaycanê jibo şêrr amade kiribû".

Li gorî rapora Sputnikê, Balyozê Ermenistanê li Moskovayê got: "Nemaze gotinên vê dawiyê yên serokomar (Îlham Eliyêv) di roja 6ê Tîrmehê da ku di rastiyê da bi wateya derketina Bakûyê ji pêvajoya gotûbêjan (derbarê Qerebaxê) bû."

Duşemiya bihurî Îlham Eliyêv, Serokomarê Azerbaycanê got ku pêvajoya gotûbêjan jibo çareserkirina gengeşeya Qerebaxê di pratîkê da sekiniye û konferansên vîdyoyî yên wezîrên karên derve jî ne girîng in.

Pevçûna li ser sînorê Ermenistanê û Komara Azerbaycanê ku ji roja 12ê Tîrmehê va destpê bûye, ev çend roj in ku li Tuvoz û Tawûşê, navçeyêln nêzikî sînorê Gurcistanê û di çend ssed kîlomitriya Qerebaxê ku vê aramê aram e, didome.

Bakû dibêje ku 11 serbazîên azerbaycanî ji wan jeneralek hatine kuştin.

Aliyê ermenî jî ragihandiye ku du efserên wî hatine kuştin û pênc kes jî birîndar bûne.

 

 

 

Serepeyv