Tîrmeh 18, 2020 10:44 Asia/Tehran
  • Hêzên Ermenistan û Rûsiyê meşqa şêrr li dar dixin

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand ku hêzên Ermenistanê hevrê digel hêzên rûsî yên li bajarê Giyomriyê li bakurê rojavaya vî welatî meşqeke şêrr li dar dixin.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Sputnikê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê roja Îniyê têkildarî hevkariya leşkerî ya welatê xwe tev Rûsiyê di germegerma kêşeyên digel Komara Azerbaycanê got: Hêzên Ermenistanê dikarin erkên xwe li sînor cih bînin.

Serepeyv