Tîrmeh 18, 2020 09:09 Asia/Tehran
  • SOHR: Tirkiyê 2500 şerxwazên tûnisî şandine Lîbyayê

Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja Îniyê ragihand: Tirkiyê di mehên dawî da 2500 şerxwazên tûnisî jibo şêrr birine Lîbyayê.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Sky Newsê, Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye: Tirkiye ev çekdar jibo şerê dijî hêzên Xelîfe Hefter şandine Lîbyayê.

Li gorî vê raporê Tirkiyê heta niha bi sedan çekdar li welatên bakurê Afrîqayê şanbdine Lîbyayê.

Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) her wiha ragihandiye hejmara çekdarên sûrî yên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê ku jibo şêrr çûne Lîbyayê gihîştiye 16 hezar kesî.

Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) demek beriya niha ragihandibû ku bi sedan kes ji kirêgirtiyên Tirkiyê jibo veguhestina ji Sûriyê çûne Tikriyê û leşkerkirinû û tomartêşa Neteweyî ya Sûriyê li gorî destûrên Rêxistina Istixbaratî ya Tirkiyê pêk tê.

Serepeyv