Tîrmeh 16, 2020 17:33 Asia/Tehran
  • Şerê li sînorê Ermenistan û Komara Azerbeycanê dîsa dest pê kirin

Şerê li ser sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbeycanê de piştî agirbesta rojekê, îro ji nû ve dest pê kir. Her du welatan bi daxuyaniyan hevdû sûcdar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Şerê di navbera Ermenistan û Komara Azerbeycanê de piştî agirbesta rojekê, dîsa dest pê kir. li gorî daxuyaniyê wezaretên her du welatan şerê di navbera wan de îro careke din dest pê kirine. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, duh ragihandibû ku hêzên Komara Azerbeycanê di 12'ê tîrmehê de li ser sînor ketine nava hewldanên provokatîf û bûne sedema şerê leşkerî." 

ÊRÎŞÎ HERÊMÊN SÎVÎL KIRIN 

Li gorî nûçeya malpera Armenewsê, Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Parastinê Artsrûn Karapetî Hovhanisyan ragihand ku Komara Azerbeycanê êriş biriye ser herêmên sivîl, du febrîqe û lûleyeke gazê, lê tiştek bi sivîlan nehatiye. Di dîmenan de yên ji aliyê medya Ermenistanê ve hatin weşandin obusên Komara Azerbeycanê li qadên sivîlan dikevin û xisarê li gelek malan dikin. Roja yekşemê li ser sînor di şer de yek jê general 11 leşkerên Komara Azerbeycanê mirin. Li aliyê Ermenistanê jî tê gotin ku 2 leşker hatin kuştin."

 

 

Serepeyv