Dilgiraniya Rûsiyê ji rewşa li sînorê Ermenistan û Komara Azerbaycanê
Tîrmeh 16, 2020 16:06 Asia/Tehran
Seroka Konseya federasiyona Senaya Rûsiyê rewşa li ser sîniorê Ermenistan û Komara Azerbaycanê gellek dilgiranker da zanîn.
Li gorî rapora ajansa Novêstiyê, Waltîniya Matoînko (Valentina Matviyenko), Seroka Konseya federasiyona Senaya Rûsiyê got: Rewş li sînorê Ermenistan û Komara Azerbaycanê gelekî dilgiranker e û Mosko hemî hewildana xwe jibo çareseriya vê kêşeyê dê pêk bîne.
Matoînkoyê her wiha got: Kiryarên pêwîst jibo rawestandina pevçûnan û dewama hewildana jibo peydakirina rêkarên li gorî her du aliyan di çarçova gotûbêjên dualî dê ji aliyê me va pêk bên.