Jimara pêketîyên Koronayê li cîhanê 12 milyon derbas kir
Tîrmeh 12, 2020 21:14 Asia/Tehran
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johnis Hopkinsê, li seranserê cîhanê 12 milyon û 720 hezar û 798 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3 milyon û 200 hezar kesî ye.
Li dû Amerîka bi milyonek û 800 hezar pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 849 hezar pêketiyan Hîndistan tê.
Jiber vîrusa koronayê li Amerîka bi qasî 135 hezar kes jîyanên xwe ji dest dane û li dû wê bi 71 hezar û 469 mirinan Brezîlya tê.
Ew vîrus di meha berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî welatên din bûbû.
Agahîyên Zanîngeha Johnis Hopkinsê nîşan didin ku li Çînê pirtir ji 85 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar 641 kes bi wê mirine.