Tîrmeh 06, 2020 11:07 Asia/Tehran
  • Balafirên nenas baregeha El Wattiye ya Lîbyayê bombebaran kirin

Baregeha El Vattiye ku dewleta Tirkiyê dixwaze li Lîbyayê ji xwe re bike baregeheke mayinde, bi şev ji aliyê 'balafirên nayê zanîn' ve hate bombekirin. Bomberdûman piştî serdana Hûlûsî Akar pêk hat.

Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar a li Lîbyayê, duh bi şev "balafirên nenas" bombe li Baregaha Leşkerî ya El Wattiye barandin.

Hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku wan li baregehê dane û 4 efserên Tirk ên li baregehê kuştine.

Her wiha tê gotin ku Sîstema Parastina Hewayî ya ku artêşa Tirkiyê li baregehê bi cih kiribû hatiye îmhakirin.

Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Wattiye bi 125 kîlometreyan li başûrrojavayê paytext Trablûsê ye. Di 18'ê Gulanê de bi piştgiriya hewayî ya artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên Hikûmeta Wifaqa Nîştimanî ve hatibû girtin.

Bargeha Hewayî ya Leşkerî ya El Wattiye baregeheke berê ya Amerîkayê ye. Dewleta Tirkiyê ji bo vê baregehê ji bo xwe bike baregeheke mayinde, bi Hikûmeta Wifaqa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya  Fayîz El Serrac re hevdîtinan dike.

Balkêş e ku piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar a li Lîbyayê bombardûman li baregehê hate kirin.