Tîrmeh 02, 2020 19:10 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 24 kes mirin

Li eyaleta Gûanajûato ya li navenda Meksîkayê, li dijî navendeke rehabîlîtasyonê ya narkotîkê êrişeke çekdarî pêk hat. Herî kêm 24 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsyarê ewlekariya cemaweriyê ya xwecihî Pedro Cortes diyar kir ku êrişkar bi wesayiteke bi rengê sor hatine û got, "Di destê me de wekî din ti hûrgiliyek tine."

Cortes got, "Li gorî agahiyên destpêkê 24 kes mirin, 7 kes birîndar bûn" û diyar kir ku êrişkaran qurbanî li erdê dirêj kirine û piştre li wan reşandine.

Eyaleta Gûanajûato ku yek ji navendên pîşesaziyê yên bingehîn ên Meksîkayê ye, di nava lepên tundiya rêxistinên çete de ye.