Li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa korona ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317297-li_rûsyayê_6_hezar_û_693_kesên_din_bi_vîrusa_korona_ketin
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 9 hezar kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2020 17:33 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa korona ketin

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 9 hezar kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 30.06.2020ê li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyan li wî welatî bi giştî geheştiye 647 hezar û 849 kesan.

Herwaha li Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de 154 kesên din jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheşt 9 hezar û 320 kesan.

Li Rûsyayê 412 hezar û 650 kes jî baş bûne û ji vîrusa korona rizgar bûne.