Li Rûsyayê nêzîkî 9 hezar kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i316418-li_rûsyayê_nêzîkî_9_hezar_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Li Rûsyayê 182 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kes jî pê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2020 15:54 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê nêzîkî 9 hezar kesên din bi Koronayê ketin

Li Rûsyayê 182 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kes jî pê ketin.

Hikûmeta Rûsyayê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 863 kes bi vîrusa Koronayê ketin û hejmara pêketiyan gihîşt 423 hezar û 741 kesan.

Li gorî amarên han, ji duhî ve li Rûsya 182 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 37 kesan. Heta niha 186 hezar û 985 nexweş jî baş bûne.