Hezîran 01, 2020 15:01 Asia/Tehran
  •  Li Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 30 hezarî derbas bû

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) ji 30 hezarî derbas bû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Li Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) ji 30 hezarî derbas bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Afrîqaya Başûr ragihand ku li vî welatî di 24 saetên dawîn da testa 1727 kesan pozîtîf derketiye û bi vî awayî hejmara giştî ya pêktiyan derket 30 hezar û 967an.

Li vî welatî heta niha 701 hezar û 883 test hatine kirin, 16 hezar û 116 kes baş bûne, 643 kes jî ji ber Kovîd-19ê mirine.