May 30, 2020 17:53 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê xwepêşandan hatin lidarxistin

Di encama bûyera li Minneapolisê ya wîlayeta Minnesota ji ber qetilkirina amerîkiyê George Floyd de ku bi koka xwe afrîkayî ye ku efserekî çongê xwe danî ser stûyê wî, şeva berê, li gelek bajarên Amerîkayê xwepêşandan rû da.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Li New Yorkê bi hezaran xwepêşander li navenda Barklîzê kom bûn û polîsan gelek welatî di xwepêşandana li herêma Brooklyn kom bûbû, girtin.

Nêzî  hezar kesî beşdarî xwepêşandana li bajarê Alantina bûn, her wiha li naverasta bajêr a nêzî navenda tora CNN’ê ya çapemeniyê agir pê ket.

Li Minneapolisê bi sedan xwepêşandêr biryara qedexekirina derketina derve bin pê kirin û li derdora navenda polîsan kom bûn û agir pê xistin.

Li gorî Reutersê,  xortekî afrîkî bi navê Bol Silêman (25) wiha axivî: "Em li vir in ji ber ku em nifşekî hişmend in û divê hin tişt werin guhertin."

Li bajarê Detroitê bi sedan kes beşdarî  "xweşpêşandaneke li dijî hovîtiya polîsan" bûn û diruşma "ger edalet nebe aştî jî nabe" bilind kirin.

Heman xwepêşandan jî li bajarên Dinfir jî rû da, bi wê re jî rêyeke lez hat girtin.