May 27, 2020 17:37 Asia/Tehran
  • Hejmara kesên bi Vîrûsa Koronayê ketine 5 milyon û nîv derbas kir

Pandemiya Vîrûsa Koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê didome. Hejmara kesên pê ketine 5 milyon û nîv derbas kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Hawar Newsê, Li gorî bîlançoya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kesên bi Vîrûsa Koronayê ketine, 5 milyon û 603 hezar e, jê 2 milyon û 381 hezar kes baş bûne û 384 hezar kes mirine.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkins , duh îro hejmara kesên li seranserê cîhanê bi Vîrûsa Koronayê ketine, 87 hezar û 800 e û li gorî duh ku 97 hezar û 300 bû, daketiye.

Koronavîrus herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) belav bûye û hejmara kesên pê ketine, milyonek û 662 hezar e û jê 98 hezar kes mirine.

Di rêza duyemîn de Brazîl tê, hejmar li wir gihaştiye 374 hezar û 898’an, jê 23 hezar û 473 kes mirine.

Li Rûsyayê jî 3 hezar û 807 kes pê mirine.

Li Brîtanyayê 263 hezar û 500, li Spanyayê 235 hezar û 400, li Îtalyayê 230 û 158 û li Fransayê jî 183 hezar kes bi Vîrûsa Koronayê ketine.

Her wiha li Almanyayê jî 180 hezar û 802 kes pê ketine, 8 hezar û 323 kes mirine.