Amano: Rakirina boykotan heta 30'ê çileya 2016'an mimkin e
Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Vejena Navokî rakirina boykotên dijî Îranê heta dawiya meha çileya sala 2016'an mimkin da zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News'ê, birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Vejena Navokî, Yokiya Amano li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Reuters'ê guhertinên vê dawiyê li dosyeya navokî ya Komara Islamî ya Îranê vekolandin û got: Armanca Îranê ji bo vê yekê ku boykotên sepandî li dijî vî welatî li ser esasa vê lihevkirinê heta dawiya meha çileya 2016'an nemimkin nine û renge ku ev dem zûtir were kivşkirin.
Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Vejena Navokî li bersiva vê pirsê ku gelo roja qaşo cihanînê ku têda biryar e opêrasiyona rastîşopiya ajansê û rakirina boykotan bi hev ra pêk werin, dikare heta dawiya meha çileya 2016'an were diyarkirin, got: Îran bilez li halê cihanîna para xwe li ser esasa lihevkirina pêkhatî ligel Koma 5+1'ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar e. Çavdêrên me li wir hazir in û çavdêriya li ser çalakiyên wan dikin û li gorî rapora wan ez dikarim bibêjim ku Îran bi lezekî herî zêde li halê pêkanîna çalakiyên xwe di vî warî da ye.
Amano got: Eger pirsa we ev e ku gelo Îran dixwaze çalakiyên têkildarî xwe di heyameke du heta sê hefteyî bikemilîne, ez divê bibêjim ku tu egerek tune ku ez şika xwe bi vê yekê bînim. Eger her tişt li ser riya xwe ya dirust bi pêş da here, ev kar dikare herî rehet pêk were, lê eger xebat bi dirustî pêk neyên, demeke zêde dixwaze. Axaftina li vê barê dijwar e.
Roja sêşemiyê, 15'ê kanûna 2015'an, biryarnameya welatên Koma 5+1'ê li bara girêdana dosyeya nasyar bi 'Berûlayên ihtimalî yên leşkerî li bernameya navokî ya Îranê anku PMD' bi dengê giştî û piraniya welatên endamê Encumena Hakiman a Ajansa Navneteweyiya Vejena Navokî hat pesendkirin.
Bi pesendkirina vê biryarnameyê mijarên berê û niha yên PMD'yê ji bo hertim hatin girêdan û êdî rê ji bo cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar xweş dibe.
Encumena Hakiman a Ajansa Navneteweyiya Vejena Navokî destûrkareke teze di bin navê 'Cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar' ku nêrîneke li ser pêşerojê ye, ji bo heyama çend salan amade kiriye.