-
Li Etiyopyayê di êrîşa hewayî ya li qada lîstikê de 7 kes hatin kuştin
Tebax 27, 2022 02:23Karbidestên pizîşkî yên Etiyopyayê ragihandin, di êrîşeke asmanî de li ser cihê lîstika zarokan li herêma Tigray ya bakurê Etiyopyayê herî kêm 7 kes hatin kuştin.
-
Ji ber şerê Rûsya û Ukraynê nêzikî 1000 zarok bûne qurbanî
Tebax 26, 2022 07:43Seroka Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russellê ragihand ku heta niha li Ukraynê di şerê di navbera Rûsya û Ukraynê de 972 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.
-
Joe Biden destdirêjiya li ser Sûriyê wek berevaniya ji hêzên amerîkî bi nav kir
Tebax 26, 2022 05:45Joe Biden serokomarê Amerîkayê berêvara Pêncşemiyê di nameyekê bo Kongreya Amerîkayê da, destdirêjiya vî welatî ser axa Sûriyê wek berevaniya ji hêzên amerîkî da zanîn.
-
89 kesan li Sûdanê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da
Tebax 25, 2022 04:40Li Sûdanê di encama lehiyên ji ber barîna baranên zêde de rabûyîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye gihişte 89 kesan.
-
Li Efxanîstanê lehî rabû û 200 kes mirin û 18 hezar xanî hilweşiyan
Tebax 24, 2022 16:47Wezîrê penaberan ê Talîbana Efxanîstanê ragihand ku ji ber lehiyê li herêmên cuda yên welêt herî kêm 200 kes mirin.
-
Komkirina zêdetirî 300 belgeyên nehênî ji mala Trump
Tebax 23, 2022 08:02Hikûmeta Amerîkayê heta niha zêdetirî 300 belgeyên bi mohra veşartî li mala Serokomarê berê Donald Trump dîtine, di nav de belgeyên CIA, FBI û ajansên ewlekarî yên li seranserê welêt dikevin ber çavan.
-
Hejmara qurbaniyên şewatên li Cezayîrê derket 43 kesan
Tebax 23, 2022 07:04Polîsê El-Cezayîrê ragihand ku hejmara kesên di şewatên li vî welatî de jiyana xwe ji dest dane derket 43 kesan.
-
Bihayê gaz û elektrîkê li Ewropayê rekor derbas kir
Tebax 22, 2022 15:10Îro li welatên ewropî û bi ragihandina qutkirina dubare ya gaza Rûsiyê di rojên bê da, bihayê gaz û elektrîkê li Ewropayê rekor derbas kir.
-
4 keştiyên din ên dexl û danê jî ji Ukraynê bi rê ketin
Tebax 22, 2022 03:58Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya sewqkirina dexl û den da ji Ukraynê 4 keştiyên din bi rê ketin.
-
Li Pakistanê ji ber baranên musonê 32 kes mirin
Tebax 21, 2022 04:09Li seranserê Pakistanê ji ber baranên musonê di 48 seetên dawîn da 32 kes mirin.