Bernameya cîhanî ya Xwarinê derbarê birçîbûna xelkê Xezeyê hişyarî da û teqez kir ku zêdetirî sedî 90 ê xelkê hewcedarê alîkariyên xwarinê ne.
Bi sedema pêla germê ya bêmînak ku vê havînê li Japonyayê, bi taybetî Tokyoyê çêbûye 252 kesan jiyana xwe ji dest da.
Welatên endamên NATO'yê li nêzî sînorên Rûsiyê dest bi hinek rêze meşqan kirin ku dê heta dawiya demsala payîzê jî bidome.
Hikûmeta Almanyayê ji bo rûbirûbûna koçberiya neqanûnî hewmû sînorên bejayî yên vî welatî girtin.
Serokê 78-emîn Civîna Civata Giştî ya NY got nabe ku em di biryarên serweriya welatan de bi taybet Rûsiyê destwerdanê bikin.
Berdevkê NY ragihand ku hevgavê destpêka sala xwendinê de li Zîvala Xezeyê zêdetirî 600 hezar ciwan ji bo salek din ji xwendina fermî bêpar mane û li Xezeyê êdî tu dibistan nemane.
Berdevkê nivîsgeha serokkomartiya Rûsyayê ragihand: Moskowa tu planekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynê red nake.
Polîsê Endûniziyê heft kes bi tawana desthebûna di plana Papa Fransîs di dema seredana wî ya Cakartayê de desteser kirin.
Hevgavê tundbûna êrişên Israyîlê ser Zîvala Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Uridnê, gelên welatên curbicur ên cîhanê bi nîşana nerazîbûna himberî jonîsayda li Xezzeyê dest bi xwenîşandanê kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, Li mêhwera Korêskê zêdetirî 10 hezar leşkerên Ukraynê hatine kuştin.