FBI’ya Amerîkayê û Wezareta Çandiniyê ya vî welatî hatin hekkirin
Tesrîn 21, 2026 16:57 Asia/Tehran
FBI’ya Amerîkayê dîsa bû armanca êrişa sayberî; vê carê bingeha daneyên tawanan a vê saziyê hat armancgirtin; Wezareta Çandiniyê ya vî welatî jî bûye armanca êrişa hekerî.
Ev duyemîn êrişa sayberî ya li ser FBI’yê di mehên raborî da ye. Herwiha Wezareta Çandiniyê ya Amerîkayê jî bûye armanca êrişa hekerî û îhtimala destgihîştina êrişkeran bi agahiyên hesas ên vê wezaretê û pergala peredana piştgirîyên darayî yên bo cotkaran hatiye hilêxistin.