Girêbesta avakirina kompleksa lûks a zavayê Trump li paytexta Sirbistanê hat betalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361494-girêbesta_avakirina_kompleksa_lûks_a_zavayê_trump_li_paytexta_sirbistanê_hat_betalkirin
Hikûmeta Sirbistanê bi awayekî fermî girêbesta avakirina kompleksa lûks a şirketaCired Kûşnêr (Jared Kushner), zavayê Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê, li navenda Belgradê betal kir. Betalkirina girêbestê bi lihevhatina her du alîyan pêk hat û tu alîyek dê daxwaza darayî ji alîyê din neke.
(last modified 2026-11-17T15:02:46+00:00 )
Tesrîn 17, 2026 16:32 Asia/Tehran
  • Girêbesta avakirina kompleksa lûks a zavayê Trump li paytexta Sirbistanê hat betalkirin

Hikûmeta Sirbistanê bi awayekî fermî girêbesta avakirina kompleksa lûks a şirketaCired Kûşnêr (Jared Kushner), zavayê Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê, li navenda Belgradê betal kir. Betalkirina girêbestê bi lihevhatina her du alîyan pêk hat û tu alîyek dê daxwaza darayî ji alîyê din neke.

 

Wezareta Avakirinê ya Sirbistanê ragihand ku girêbesta sermayeguzariyê bi şirketa ser bi Jared Kushner ji bo avakirina kompleksekê ku hotêl, yekîneyên niştecîbûnê û bazirganî li cihê avahiya berê ya Erkantiya Giştî ya Artêşa Yugoslavyayê li Belgradê dihewîne, bi awayekî fermî hate betalkirin.Ev proje biryar bû ku li cihê avahiya dîrokî ya Erkantiya Giştî ya Artêşa Yugoslavyayê were bicihanîn; avahiya ku di dema êrişên ezmanî yên NATOyê li dijî Yugoslavyayê di sala 1999an da ziyaneke giran lê ket û bû yek ji nîşaneyên wan êrişan. Herwiha biryar bû ku erda vê kompleksê ji bo 99 salan bi awayekî belaş radestî sermayeguzarê amerîkayî were kirin û derfeta veguhestina xwedîtiya wê bêyî dayîna tu têçûyekê hebe.