Li Filîpînê li pey sefera Trump pevçûna nerazîyan bi polîsan ra derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361452-li_filîpînê_li_pey_sefera_trump_pevçûna_nerazîyan_bi_polîsan_ra_derket
Hejmarek nerazî li Filîpînê, li himber lidarxistina komcivîna ASEANê li Manîlê û li pey sefera Serokkomarê Amerîkayê bo vî welatî, bi polîsan ra ketin pevçûnê û hejmarek jî hatin desteserkirin.
(last modified 2026-11-15T14:21:44+00:00 )
Tesrîn 15, 2026 17:51 Asia/Tehran
  • Li Filîpînê li pey sefera Trump pevçûna nerazîyan bi polîsan ra derket

Hejmarek nerazî li Filîpînê, li himber lidarxistina komcivîna ASEANê li Manîlê û li pey sefera Serokkomarê Amerîkayê bo vî welatî, bi polîsan ra ketin pevçûnê û hejmarek jî hatin desteserkirin.

 

Hejmarek nerazî li himber lidarxistina komcivîna ASEANê li Manîlê bi polîsan ra ketin pevçûnê û hejmarek jî hatin desteserkirin. Wan hewil da ku ber bi cihê lidarxistina komcivîna çil û nehem a Yekitîya Welatên Başûr-rojhilatê Asyayê (ASEAN) va meşê li dar bixin. Nerazî bi karîkatorên ku tê da tinazî Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê dihat kirin, kom bûn. Wan benêrên bi durişmên mînanî "Lihevkirinên newekhev red bikin! Trump ji welatê me here!" di destê xwe da girtibûn. Rêberên Başûr-rojhilatê Asyayê îro komcivîna xwe ya salane li Manîla paytexta Filîpînê, bo sê rojan gotûbêjê ji wan gotûbêja bi rêberên cîhanê bi rêberîya Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê ra vekirin.