Gemiya hilgirê çekan a Ukraynê li Deryaya Reş hat armancgirtin
Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê ragihand ku gemiyeke ji cureya konteynerhilgir ku hilgirê çek û alavên leşkerî bo Ukraynê bû, di avên Deryaya Reş da û li başûr-rojavayê bajarê Odêsayê hat armancgirtin.
Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê di daxûyanîyekê da herwiha ragihand: Posteke ceryanê ku enerjîya pêwîst ji bo yekeyên pîşesaziyên leşkerî yên Ukraynê dabîn dikir, li nêzikî navçeya niştecîbûnê ya "Beloşîtsî"yê li parêzgeha Jîtomîrê ya Ukraynê hat armancgirtin.Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê tekez kir ku êrişên ser binesaziyên ardû û enerjîyê yên ku ji aliyê hêzên çekdar ên Ukraynê va tên bikaranîn û keştiyên deryayî yên beşdar di veguhestina barên leşkerî da dê berdewam bikin.Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê roja 7ê Mijdara 2026an jî qala êrişa ser gemiyeke barhilgir a hilgirê alavên leşkerî û kelûpelên dumebestî li Deryaya Reş, li rojhilatê Odêsayê kiribû.