Fransa di bere berê nerazîbûnên nû yên Êlegzeran da ye
Çirî 21, 2026 19:32 Asia/Tehran
Komîteya Hevahengiyê ya tevgera bi navê Êlegzeran li Fransayê ji bo nerazîbûnên nû yên roja Şemîyê vexwendin belav kiriye.
Komîteya Hevahengiyê ya tevgera bi navê Êlegzeran berbanga îro ragihand ku biryar e meşeke berfire di dewama nerazîbûnan li Fransayê li himber enflasyona bilind û şert û mercên xirab ên aborî li bajarên cûrbicûr ên vî welatî were lidarxistin. Nêzikî hefteyekê berî niha nerazîbûna Êlegzeran li himber têçûyên bilind ên jîyanê kete nav alozîyê. Di pey nekarabûna di kontrolkirina alozîyên bajarî da, serokwezîr û wezîrê karên navxwe yên Fransayê tevî qebûlkirina şaşitîyên rêvebirîyê, ragihandin ku hikûmet ji bo sekinîna li himber alozîyan, operasyoneke ewlehîyê ya berfire ji Şemîya bê dest pê dike.