Piken dijî hatina bêdestûr a papûreke amerîkayî bo avên bin serweriya Çînê derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360980-piken_dijî_hatina_bêdestûr_a_papûreke_amerîkayî_bo_avên_bin_serweriya_Çînê_derket
Fermandetîya herêma başûr a artêşa Çînê qala hatina papûreke amerîkayî bo avên nêzikî zinarê Şiyanbînê li giravên Nanşayê kir û ev kiryar wek binpêkirina serwerîya Çînê û gefek li ser ewlehîya deryayî û aramîya navçeyê wesif kir.
(last modified 2026-10-20T14:11:58+00:00 )
Çirî 20, 2026 17:41 Asia/Tehran
  • Piken dijî hatina bêdestûr a papûreke amerîkayî bo avên bin serweriya Çînê derket

Fermandetîya herêma başûr a artêşa Çînê qala hatina papûreke amerîkayî bo avên nêzikî zinarê Şiyanbînê li giravên Nanşayê kir û ev kiryar wek binpêkirina serwerîya Çînê û gefek li ser ewlehîya deryayî û aramîya navçeyê wesif kir.

Li gorî ragihandina Fermandetîya herêma başûr a artêşa Çînê, berbanga Sêşemîyê 28ê Cotmehê, papûra amerîkayî ya “Charleston” (Çarlêston) bêyî wergirtina destûrê ji hikûmeta Çînê kete nav avên nêzikî zinarê Şiyanbînê. Wek berteka li hember vê kiryarê, hêzên deryayî yên Çînê ji bo şopandin û çavdêrîya ser papûra amerîkayî bo navçeyê hatin şandin. 
Fermandetîya herêma başûr a artêşa Çînê tevî teqeziya li ser serwerîya vî welatî li ser giravên Nanşayê û avên derdora wê, ji Amerîkayê xwest ku dev ji van kiryaran berde.
Vê fermandetiyê herwiha ragihand: Hêzên artêşa Çînê di pileya herî bilind a amadetîyê da ne û dê berevanîyê ji serwerî û ewlehîya neteweyî ya vî welatî û aşitî û aramîya navçeyê bikin.
Giravên Nanşayê li nav Deryaya Başûr a Çînê ne; navçeyek ku ji ber nakokîyan û amadebûna leşkerî ya hêzxurtên navçeyî û derveyî navçeyê, wek yek ji navendên kêşeyan li Rojavayê Asyayê tê hesêb.