Kamala Harris: Amerîkayî ji destê Trump westiyane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360878-kamala_harris_amerîkayî_ji_destê_trump_westiyane
Cîgira Serokkomarê berê yê Amerîkayê tevî rexnekirina tund a sîyasetên Donald Trump û destdirêjîya dijî Îranê, tekez kir ku welatîyên amerîkayî ji zextên zêdebûyî yên aborî westiyane û amade ne ku dawî li karê hikûmeta wî bînin.
(last modified 2026-10-14T16:13:37+00:00 )
Çirî 14, 2026 19:42 Asia/Tehran
  • Kamala Harris: Amerîkayî ji destê Trump westiyane

Cîgira Serokkomarê berê yê Amerîkayê tevî rexnekirina tund a sîyasetên Donald Trump û destdirêjîya dijî Îranê, tekez kir ku welatîyên amerîkayî ji zextên zêdebûyî yên aborî westiyane û amade ne ku dawî li karê hikûmeta wî bînin.

 

Kamala Harris di peyamekê da li ser torên civakî nivîsî: Amerîkayî ji bo dabînkirina pêwîstîyên bingehîn ji wan benzîn, madeyên xwarinê, kirê, çavdêrîya zarokan û têçûyên dermankirinê bi dijwarîyan ra rûbirû ne, di halekî da ku destmizdên wan hevdem ligel zêdebûna têçûyan zêde nebûne.Harris tevî amajeya bi dûhatên darayî yên destdirêjîya amerîkî-sîyonîst dijî Îranê, tekez kir: “Xelk ji vêya westiyane ku neçar bin di navbera benzîn û madeyên xwarinê da yekê hilbijêrin.” Harris şerrê Trump dijî Îranê hokara gurrtirbûna zextên darayî li ser malbatan zanî û hikûmeta wî wek komek “dilkevir, gendel û nekêrhatî” bi nav kir ku dengdêr amade ne wê bixin ber pirsê.