Asya Times: Şerrxwazî li dijî Îranê, Amerîka rastî binbestê anî
Malpera “Asya Times”ê nivîsî ku şerrxwazîya li dijî Îranê, qelaşa stratejîk di yedeka çekan a Amerîkayê da aşkira kir û bû sedema lawazkirina şiyana pêşîlêgirtinê ya vî welatî.
Ev rapor zêde dike ku dûhatên vê rûbirûbûnê û zexta berdewam li ser yedekên çekan ji wan kêmbûna mûşekên şopgir, şiyana pêşîlêgirtinê ya Amerîkayê lawaz kiriye û fermandeyên leşkerî yên Amerîkayê neçar kirine ku biryarên meydanî yên dijwar bidin.
Asya Timesê tevî amajeya bi girêbestên vê dawiyê yên Wezareta Şêrr a Amerîkayê (Pentagon) ji wan girêbesta digel şirketa “Raytheon”ê ji bo lezkirina berhemanîna mûşekên “SM-6”ê û girêbesta çêkirina mûşekên “AMRAAM” û “Patriot”ê bi şirketa “Lockheed Martin”ê (Lakhîd Martîn) ra, destnîşan kir ku armanca giştî ya van girêbestên mezin, hewildana ji bo cebirandina kêmbûna wan yedekan e ku ji ber şerrê hatine valakirin.
Asya Timesê di heman demê da tekez kir ku îmzekirina van girêbestan bi tu awayî nayê wateya vegerandina lezgîn a mûşekên bikarhatî bo embarên leşkerî, ji ber ku pêvajoya berhemanîn û dabînkirina çekan pêwîstî bi demeke dirêj heye.