Piştî êrişa Ukraynê agir termînala hinardekirina sotemenîyê ya Rûsyayê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360796-piştî_êrişa_ukraynê_agir_termînala_hinardekirina_sotemenîyê_ya_rûsyayê_ket
Çend saetan piştî lihevkirina Trump bi Pûtîn ra li ser gazolê, êrişa xwefirrî ya Ukraynê termînala hinardekirina sotemenîyê ya Rûsyayê kir armanc.
(last modified 2026-10-10T15:24:07+00:00 )
Çirî 10, 2026 18:53 Asia/Tehran
  • Piştî êrişa Ukraynê agir termînala hinardekirina sotemenîyê ya Rûsyayê ket

Çend saetan piştî lihevkirina Trump bi Pûtîn ra li ser gazolê, êrişa xwefirrî ya Ukraynê termînala hinardekirina sotemenîyê ya Rûsyayê kir armanc.


Rapor nîşan didin ku êrişa xwefirrî ya Ukraynê bûye sedema agirberbûneke berfireh di termînala berhemên neftê yên palîngeha neftê ya nznp da li navçeya Rostovê ya Rûsyayê; tesîsata ku ji bo embarkirin û şandina salane nêzikî 3.5 milyon ton sotemenîya palavtî hatiye çêkirin.

Ev êriş piştî lihevkirina serokkomarên Amerîka û Rûsyayê pêk hat, lihevkirinek ku Zelenskî ew wek diyarîyekê bo Pûtîn bi nav kir.

Heke Ukrayn agirberdana tesîsatên ku biryar e vê gazolê dabîn bikin, berdewam bike, destkevtên vê lihevkirinê dê gellekî kêmtir ji wê yekê bin ku soz hatine dayîn û herwiha nakokî di navbera Waşîngton û Kiyêvê da li ser êrişên ser palîngehên Rûsyayê, dê gellekî dijwartir bibin.