Zingila xeterê têkildarî qeyrana gazê li Ingilîsê
Gaza zimhêr a Ingilîsê daketîye asta herîkêm a di deh salên buhurî da u mezintirîn binkeyên zimhêrkirina gazê ya vî welatî jî li ber daxistinê ye.
Li gorî datayan, gaza zimhêr a Ingilîsê daketîye sedî sîyê, di halekî da ku asta gaza zimhêr a YEyê sedî heftêsê ye. Kêmbûna berhemanîna navxweyî, kêmkirina kirrîna gazê u hitimala daxistina binkeya herîmezin a zimhêrkirina gazê li Ingilîsê bûne sedem ev welata bikeve ber bayê alozbûna raberkirina enerjîyê.Hevgvê vê yekê ji ber berdewambûna gêreyên navçeyî û berbendên ser rêyên sitratejîk ên veguhestina enerjîyê, bihaya gazê li Ewrupayê jorda çûye u xercê malbatên ingilîsî di warê dabînkirina enerjîyê da jorda birîye.Çavdêr hişyarîyê didin heke ev rewşa bidome, nemaze di demsala zivistanê da yê zexteke zêdetir bikeve ser milê malbatan u abora Ingilîsê.