Bihayê cîhanî yê neftê ji 103 dolaran bo her bermîlekê derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360754-bihayê_cîhanî_yê_neftê_ji_103_dolaran_bo_her_bermîlekê_derbas_bû
Bihayê nefta Brentê bi zêdebûna zêdetir ji sedî duyan gihîşt 103.1 dolar bo her bermîlekê.
(last modified 2026-10-08T17:54:40+00:00 )
Çirî 08, 2026 21:23 Asia/Tehran
  • Bihayê cîhanî yê neftê ji 103 dolaran bo her bermîlekê derbas bû

Bihayê nefta Brentê bi zêdebûna zêdetir ji sedî duyan gihîşt 103.1 dolar bo her bermîlekê.

Malpera Oil Price’ê ragihand: Bihayê nefta Brentê bi zêdebûna zêdetir ji sedî duyan gihîşt 103.1 dolaran.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters’ê, bihayê neftê roja Pêncşemiyê piştî berdewamîya nîgeranîyan derbarê dabînkirinê ji navçeya Rojhilata Navîn û zêdebûna êrişa ser keştiyan di Kendava Farsê û Tengava Hormizê zêde bû.

Bihayê danûstanên pêşerojê yên nefta Brentê bi zêdebûna 1.33 dolarî gihîşt 101.53 dolaran bo her bermîlekê. Bihayê danûstanên pêşerojê yên nefta West Tegzas Intermediate’ê ya Amerîkayê jî bi zêdebûna 1.11 dolarî gihîşt 89.39 dolaran bo her bermîlekê.