El Nîno dê heta şeş mehên din 450 hezar kesan bikuje
Îlon 23, 2026 18:34 Asia/Tehran
Zanyar pêşbînî dikin ku germahîya ji ber diyardeya avhewayî ya El Nînoyê, heta şeş mehên din, dê bibe sedema mirina herî kêm 450 hezar kesî li cîhanê.
Li gorî gotina lêkoleran, ev hejmar zêdeyî wan mirinan e ku berê jî ji ber germahîya ji ji ber guherîna avhewayê pêk dihatin. Li gorî pêşbînîyan; Nîcerya, Endonezya, Sûdan, Hindistan û Brezîl ji wan welatan in ku dê bandora herî zêde ya El Nînoyê biceribînin. El Nîno diyardeyeke avhewayî ye ku dema germbûna neasayî ya avên Oqyanûsa Pasîfîkê ya ostiwayî pêk tê û dibe sedema têkçûneke giran di modelên avhewayê yên cîhanî de. Ev diyarde li welatên cûrbicûr dê bibe sedema giranbûna lehî, germahî, hişkesalî û agirberbûnên daristanan.